Manîpûlasyona ABCyê:Trump wek "sosret" binav kir

Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê tevgera ABC ya qanala nûçeyan a Amerîkayê da got ku kirina wan sosreteke mezin e.

Manîpûlasyona ABCyê:Trump wek "sosret" binav kir

 Serokê Amerîkayê Donald Trump der heqê tevgera ABC ya qanala nûçeyan a Amerîkayê da got ku kirina wan sosreteke mezin e.

ABCyê vîdeoyeke ku tê da çek tên nasandin mîna di dema Herekata Aştiya Kaniyê da hatibe kişandin pêşkêşî aboneyên xwe kir û Serokê Amerîkayê Trump jî ji bo tevgera kanalê got: "Di ABC Newsê da sosreteke mezin. Wan dema vîdeoyeke sexte ya der heqê bombebarandina Tirkan a li Sûriyeyê weşandin da hatin qefaltin. Ev tam rezîlî ye"

Di çapemeniya rojava da xebat û nûçeyên bi armanca manîpûlekirina Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê ji bo korîdora terorê ya hewl didin li sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin xera bike, li herêmê hizûr û aştiyê bi cih bike dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dabû destpêkirin, dewam dike.

Têlevizyona ABCyê ya ku li Amerîkayê ji qanalên nûçeyan a bi nav û deng yek e vîdeoyeke tê da nasandina çekan tê kirin weşand û wekî ku di dema Hereketa Kaniya Aştiyê ya Tirkiye li bakurê Sûriyeyê da hatibe kişandin, belav kir.

Ji bo dîmenan jî sernava "Li Sûriyeyê qirqirin" hat dayîn lê derket holê ku ew dîmen di sala 2017an da li Amerîkayê ji bo nasandina çekan bi tayetî hatiye amadekirin û pê çek dane nasîn. Lê qanala ABCyê bi montajê kesên ku di dema teqînan da bi têlefonên xwe dîmen kişandine jê biriye.

Serokê Amerîkayê Trump jî li ser tevgera qanala ABCyê di hesabê xwe yê Twîtterê da wiha nivîsî: "Di ABC Newsê da sosreteke mezin. Wan dema vîdeoyeke sexte ya der heqê bombebarandina Tirkan a li Sûriyeyê weşandin da hatin qefaltin. Ev tam rezîlî ye"

AA

Dîroka nûkirinê: 15 Cotmeh 2019, 10:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE