Li Îngilistanê, ji ber pirsgirêka brexîtê serokwezîr Theresa May îstîfa dike. Mayê eşkere kir ku di 7ê hezîranê de wê dev ji wezîfeya xwe berde.
Serokwezîr Theresa Mayê got qeweta min pê re negihaşt ku ez Îngilistanê ji Yekîtiya Ewropayê derxim. Ji ber vê yekê ez pirr xemgîn im.
Mayê got ez ê di 7ê Hezîranê de îstîfaya xwe eşkere bikim.
Serokwezîr May dema axaftina xwe qedand giriya.
Tê gotin an wê Wezîrê Karên Derve yê berê Borîs Cansin an jî Wezîrê Karên Derve yê nû Ceremî Hant bibe serokwezîr.