"Me 52 qadên İranê kirine hedefa xwe"

"Bira ev bibe hişyariyek: Îran heger êrîşî Amerîkayiyan an jî unsûrên Amerîkayê bike (wekî temsîla 52 Amerîkayiyên ku bi salan berê bi destê Îranê rehîn hatibûn girtin) me 52 qadên Îranê kirine hedefa xwe"

"Me 52 qadên İranê kirine hedefa xwe"

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku heger Îran êrîşî Amerîkayiyan an jî unsûrên Amerîkayê bike, wan ji bo lêdanê 52 hedefên Îranê tesbît kirin.

Piştî bi destê Amerîkayê kuştina Fermandarê Hêza Qudsê ya Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî, rageşiya Amerîka û Îranê derket asta herî jor.

Trump ji ser Twitterê bersiv da gefên Îranê yên dijî artêş û welatiyên Amerîkayê û wiha got:

"Ji ber ku me dinya ji terorîstên ku vê dawiyê bi sedan xwepêşandêrên Îranî û herwiha ji xeynî hemû însanên ku di tevahiya jiyana xwe da kuştin, Amerîkayiyek kuşt û gelek jê jî birîndar kirin, paqij kir, Îran pir cesûr diaxive ku ew ê hin unsûrên Amerîkayê bike hedef. (Silêmanî) Jixwe êrîşî Balyozxaneya me dikir û amadekarî dikir ku li ciyên din jî bixe. Îranê jixwe ev çend sal in ji xeynî kêşederxistinê tu kar nekir. Bira ev bibe hişyariyek: Îran heger êrîşî Amerîkayiyan an jî unsûrên Amerîkayê bike (wekî temsîla 52 Amerîkayiyên ku bi salan berê bi destê Îranê rehîn hatibûn girtin) me 52 qadên Îranê kirine hedefa xwe. Hinek jê payebilind in û ji bo Îran û çanda Îranê pir girîng in. Ev hedef û Îran bixwe dê gelekî bilez û tund bên lêdan. Amerîka êdî bêtir gefê naxwaze."

- Rageşiya Amerîka-Îranê

Rageşiya di navbera Amerîka û Îranê da piştî ku hefteya borî rêxistina Ketaîb Hîzbullahê ya bi piştgiriya Îranê bi rokêtan êrîşî baregeha eskerî ya K1 a li Kerkûkê ya ku lê eskerên Amerîkayê kir zêde bû.

Di êrîşa ku bi 31 rokêtan hat kirin da personelekî bipeyman ê Amerîkayî hatibû kuştin gelek eskerên Amerîkayê jî birîndar bibûn. Li ser vê êrîşê Amerîkayê jî li Iraq û Sûriyeyê êrîşî 5 baregehên rêxistinê kirbû, li ser vê milîsên şiî êrîş Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê kirbûn.

Amerîka esker sewqî herêmê kirbû û tehde li Iraqê kirbû û pêk anîbû ku milîsên şiî yên li ber derê Balyozxaneya Bexdayê ne belav bibin.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya Mihafizên Şoreşa Îranê û Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê Ebu Mehdî el-Muhendis di êrîşa ku nêzî Balafirgeha Bexdayê hat kirin da hatin kuştin.

Ayetullah Elî Xameneyê pêşengê dînî yê Îranê destnîşan kiribû ku wê tola êrîşa Amerîkayê hildin. Xameneyê li Îranê ji bona 3 rojan şîna neteweyî îlan kir ragihand ku wê bersiveke tund bidin hêzên Amerîkayê.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE