"Me derseke mezin da Îsraîlê"

Berdevkê Hemasê Samî Ebû Zuhrî: "Me derseke mezin da Îsraîlê. Ev ji bo Îsraîlê peyamek bû. Komên berxwedanê li gor tevgera Îsraîlê wê helwesta xwe kifş bikin."

"Me derseke mezin da Îsraîlê"

Berdevkê Hemasê Samî Ebû Zuhrî diyar kir ku berxwedana Filistînê ya li Xezeyê derseke baş da Îsraîlê.

Li Cezayirê partiya herî mezin a nêzî fikr û ramanên Îslamî ya bi navê Tevgera Civaka Aştiyê ji bo Xezeyê çalakiya piştevaniyê organîze kir.

Berdevkê Hemasê Ebû Zuhriyê ku ji bo hin têkiliyan li Cezayirê bû jî di merasimê da axivî û got ku Îsraîl li hemberî berxwedana komên Filistînî şaş û metel ma û wiha pê da çû: "Me derseke mezin da Îsraîlê. Ev ji bo Îsraîlê peyamek bû. Komên berxwedanê li gor tevgera Îsraîlê wê helwesta xwe kifş bikin."

Komên berxwedanê yên Filistînî piştî rageşiya li herêmê zêde bû duh êvarê ragihandin ku bi navbeynkariya Misrê agirbest pêk hat.

Di êrîşên Îsraîlê yên ku pêr êvarê dest pê kiribûn da heta niha 7 Filistînî şehîd ketibûn û ji 25an zêdetir Filistînî jî birîndar bûbûn.

Ji ber roketên ku komên Filistînî avêtibûn alî Îsraîlê kesek miribû û ji 50yî zêtir kes jî birîndar bûbûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Mijdar 2018, 12:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE