"Me fikarên xwe ji Rûsya û Belarûsê ra gotin"

Bîden ji bo qeyrana penaberan a li ser sînorê Belarus-Polonyayê bi fikar e

"Me fikarên xwe ji Rûsya û Belarûsê ra gotin"

 Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku qeyrana penaberan a li ser sînorê Belarûs-Polonyayê niha sedemeke mezin a qisawetê ye û wan fikr û ramanên xwe yên der heqê mijarê da bi Rûsya û Belarûsê ra parve kirin.

Bîden berî tetîla xwe ya dawiya hefteyê ku wê derbasî Camp Davîdê bibûya pirsên nûçegihanên Qesra Spî yên der barê qeyrana li ser sînorê Belarûs-Polonyayê da bersivand.

Bîden got ku ev pêvajo sedema fikarên mezin in û wiha pê da çû: "Me fikarên xwe ji Rûsya û Belarûsê ra gotin. Em wisa difikirin ku ev rewş pirsgirêk e."

Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harrîsê jî di serdana xwe ya Fransayê da ji bo heman mijarê gotibû ku ew qeyranê ji nêz va û bi fikar temaşe dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE