Hesen Rûhaniyê Serokkomarê Îranê diyar kir ku ji rêveberiya Joe Bîden ya li Amerîkayê "hê nêteke baş nedîtine û got, "Heke rêveberiya teze ya Amerîkayê di gotinên xwe da semîmî ye bira demê nede der rêya xwe biguherîne û rojên derbas bûne jî qasî ji desta tê telafî bike."
Rûhanî bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasima vekirina hin projeyên tenduristiyê yên li herêmên Îranê bû û di merasimê da axivî. Rûhanî di axaftina xwe da rêveberiya Amerîkayê rexne kir û xwest ku bira di mijara peymana nukleerê da gavan biavêjin.
Rûhanî ji bo Trumpê wezîfeya wî ya seroktiya Amerîkayê bi dawî bû got, "terorîstê mezin û bêrûmet", bangî rêveberiya Bîden kir ku bira ji rêya xwe vegere û wiha pê da çû: "Pilîtîkaya zexta zêde ya li ser Îranê têk çû, li dinyayê tu kes ji vê nakeve şikê. Me ji rêveberiya Amerîkayê ya nû hê nêteke baş û helwesteke cuda nedît. Gotinên wan guherîn lêbelê dibê em guherîna kirinên wan bibînin. Eşkere nîne ku cinayetên kirin ew ê çito telafî bikin."
Rûhanî destnîşan kir ku ji ber mueyîdeyên Trump paşda anîn tengasiyên gelê Îranê dewam dikin û wiha axivî: "Heke rêveberiya teze ya Amerîkayê di gotinên xwe da semîmî ye bira demê nede der rêya xwe biguherîne û rojên derbas bûne jî qasî ji desta tê telafî bike."
AA