"Me nedixwest ev qas deyn bikeve ser hev"

"Rewşa malî ya niha wê kabîneyê têxe tengasiyê, lê em ê di çarçoveya bernameya xwe da vê rewşê derbas bikin"

"Me nedixwest ev qas deyn bikeve ser hev"

Mesrûr Barzaniyê ku îro li Meclisa Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di dengdayînê da dengê pêbaweriyê hilda û bi awayekî fermî dest bi wezîfeya serokwezîriyê kir, got ku wan hikûmet bi milyaran dolarî deyn va dewr hilda, lê ew ê hewl bidin ku tengasiyên aboriyê çareser bikin.

Barzanî piştî ku li Meclisê sond xwar û wek serokwezîr cara ewil axivî û li ser têkoşîna dijî gendeliyê, aborî û pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê sekinî.

Barzanî destnîşan kir ku ew ê di têkoşîna dijî gendeliyê da toleransê nîşanî kesî nedin û wiha dewam kir, "Daxwaza pêşîn a gel têkoşîna dijî gendeliyê ye. Daxwaza min jî têkoşîna dijî gendeliyê û pêkanîna reforman e. Gendelî bû xuhekî erjeng, lê nebû çand. Di demeke nêz da ev xuh jî wê were kêmkirin."

Barzanî diyar kir ku wan hikûmet bi milyaran dolarî deyn va dewr hilda û wiha dewam kir: 

"Me nedixwest ev qas deyn bikeve ser hev. Piraniya van deynan di berpirsiyariya hikûmeta navendî ya Iraqê ku para me ya budçeyê naşîne da ye. Rewşa malî ya niha wê kabîneyê têxe tengasiyê, lê em ê di çarçoveya bernameya xwe da vê rewşê derbas bikin."

Barzanî li ser pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê jî sekinî û got ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî niyeteke baş nîşan da û divê herdu alî jî ji vê atmosfera erênî sûdê werbigre.

Barzanî dubare kir ku divê pirsgirêkên navborî di çarçoveya Makezagonê da werin çareserkirin û ew ê di demeke nêz da Bexdayê ziyaret bike.

Piştî ku HKIyê di serê 2014an da bêyî rêvebiriya Bexdayê neft îxrac kir, Iraqê jî ji sedî 17 budçeya Hewlêrê ya makezagonî birîbû.

Piştî birîna budçeyê, derketina şerê DEAŞa rêxistina terorê û kêmbûna bihayê neftê rêvebiriya Hewlêrê ketibû binê deynan.

Tê gotin ku bi tevahî 20 milyar dolar deynê HKIyê heye.

Dîroka nûkirinê: 11 Tîrmeh 2019, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE