"Me neyar ji axa xwe qewirand û rastiyeke nû afirand"

"Me neyar ji axa xwe qewirand û rastiyeke nû afirand"

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev, "Me neyar ji axa xwe qewirand û rastiyeke nû afirand. Wê her kes vê rastiyê qebûl bike."

Eliyev di banga xwe ya gel da ji ber ku Laçîn ji dagiriyê hat rizgarkirin gel pîroz kir.

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev diyar kir kesên niha li Qerebaxa Çiyayî dijîn welatiyên Azerbaycanê ne û got ku wê bibînin ku dê heyata wan li dewleta Azerbaycanê hê baştir be.

Eliyev destnîşan kir neyar ji axa xwe qewirandine û rastiyeke nû afirandine û got wê her kes vê rastiyê qebûl bike.

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev der barê biryara Senatoya Fransayê da ku bang li hikûmeta Fransayê kir ku serxwebûna Qerebaxa Çiyayî nas bike wiha axivî: "Çi eleqeya Senatoya Fransayê bi meseleya me ra heye? Heger zehf dixwazin ji bona dewletê li serê ava bikin bira Marsîlyayê bidin Ermeniyan."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE