Meclisa Iraqê civîna pêbaweriyê ya ji bo hikûmeta Elawî taloq kir

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Meclisê, civîna dengdayînê ya ji bo lîsteya kabîneya ku Elawî pêşkêş kir, nehat kirin.

Meclisa Iraqê civîna pêbaweriyê ya ji bo hikûmeta Elawî taloq kir

 Meclisa Iraqê ragihand ji ber ku hejmara ku ji bo civînê pêwîst e amade nebû, civîna pêbaweriyê ya ji bo hikûmeta Mihemed Tewfîq Elawî hat taloqkirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Meclisê, civîna dengdayînê ya ji bo lîsteya kabîneya ku Elawî pêşkêş kir, nehat kirin.

Di daxuyaniyê da balkişandin, ji ber ku hejmara ji bo civînê pêwîst e amade nebû, dengdayîna pêbaweriyê pêk nehat. Herwiha di daxuyaniyê da ew zanyarî nehat parvekirin ku civîn ka dê kêngî were lidarxistin.

Piştî ku Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ji ber xwepêşandanên dijî hikûmetê, 29ê Mijdara 2019an îstifa kiribû, Serokomar Salih peywira damezirandina hikûmetê, di 1ê sibatê da sipartibû namzedê serbixwe Mihemed Tewfîq Elawî.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE