Meclisa Iraqê ji ber komnebûna piraniyê serokkomarê nû hilnebijart

Meclisa Iraqê ji ber komnebûna piraniyê serokkomarê nû hilnebijart

Di rûniştina li Meclisa Iraqê da ji ber ku bi qasî ku pêwîst dike, parlamenter beşdar nebûn, serokkomarê nû nehat hilbijartin.

Li gorî bernameya Meclisa Iraqê îro dê ji bo destnîşankirina serokkomarê nû, hilbijartin bihata kirin. Lêbelê bi tenê 58 parlamenter beşdarî rûniştina Meclisê bûn ku hejmara kursiyên wê 329 e.

Koma Sedr ku 73 kursiyên wê hene, Koalîsyona Serweriyê ya Sunnî 67 kursiyên wê hene, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 31 kursiyên wê hene û her wiha Koma Tirkmenan 7 kursiyên wê hene, biryar sitandibûn ku beşdarî rûniştina îro nebin.

Ji xeynî parlamenterên serbixwe, parlamenterên Tevgera Nifşa Nû û yên Koalîsyona Îmtîdadê beşdarî rûniştinê bûn.

- Serokkomar ji Kurdan tê hilbijartin

Li Iraqê li gorî pergala siyasî ya ku piştî dagiriya Amerîkayê ya sala 2003yan hat avakirin, serokkomar ji Kurdan tê hilbijartin.

Li welêt ji herdu partiyên mezin ên Kurdan, PDKê Wezîrê berê yê Karên Derva û Darayiyê Xoşyar Zêbarî, YNKyê jî Serokkomarê niha Berhem Salih wekî namzed nîşan dabûn. Tevî van herduyan 25 namzedan xwe ji bo postê serokkomariyê destnîşan kirine.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê duh biryar dabû û namzediya serokkomariyê ya Xoşyar Zêbariyê namzedê PDKê bi awayekî berwext rawestandibû.

Ji bo ku wekî serokkomar bê hilbijartin ji namzedan divê yek ji sisêyan duduyê dengê Meclisê bistîne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE