Meclisa Iraqê ji bo namzedê serokwezîrê nû şertên xwe pêşkêşî serokkomar kir

Meclisa Iraqê ji Serokkomar Berhem Salih ra lîsteyek pêşkêş kir û di lîsteyê da şertê "serxwebûnê û nebûna cotwelatîbûnê" yên divê di namzedê serokwezîr ê nû da hebin, hene.

Parlamenterê Asûrî yê Mesîhî Yonadam Kanna ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqê (INA) ra axivî û got ku lîsteya şertên divê di serokwezîrê nû da hebin bi îmzeya 120 parlamenterî va ji Serokkomar Salih ra hat pêşkêşkirin.

Kanna diyar kir, di nav şertan da daxwazên xwepêşandêran ên ku ji 1ê cotmehê vir va dijî hikûmetê xwepêşandinan dikin, di serî da cih digrin, di nav şertên herî girîng da divê serokwezîrê nû mensûbê tu partiyê nebe û cotwelatîbûna wî tunebe.

Kanna diyar kir, şûna Adil Ebdulmehdiyê Serokwezîrê Iraqê yê ku îstifa kir, hê tu kes nehatiye pêşniyazkirin.

Li gor daxuyaniya ku Komîseriya Mafên Mirovan a Serbixwe û Payebilind a Iraqê di 4ê berfanbarê da da, li welêt ji 1ê cotmehê heta niha di protestoyên bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên qamûyê da herî kêm 460 kes hatin kuştin, 19 hezar kes birîndar bûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:32
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE