Meclisa Iraqê "qanûna deyndarbûnê" ya ku wê pê mehaneya karmendan bidin hat pesendkirin

Meclisa Iraqê ji bo dayîna mehaneyên karmendan qanûna deyndarbûnê ya ku hikûmetê pêşkêş kir, pesend kir.

Meclisa Iraqê "qanûna deyndarbûnê" ya ku wê pê mehaneya karmendan bidin hat pesendkirin

Meclisa Iraqê ji bo dayîna mehaneyên karmendan qanûna deyndarbûnê ya ku hikûmetê pêşkêş kir, pesend kir.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya ku ji meclisê hat dayîn, bi şev rûniştin hat kirin û "Qanûna Deyndarbûnê ya Darayî" hat pesendkirin.

Li gor vê qanûnê hikûmeta Iraqê seba xezîneya ku pere tê da nemaye, wê ji Bankeya Navendî û bankeyên din ên qamûyê deyn bistîne. Tê payîn, bi deynê ku wê were hildan va perê 2 mehan ên karmendan ku dereng maye, wê were dayîn.

Hikûmeta Iraqê di cotmehê da ji bo razandina mehaneya karmendan pêşnûmaya qanûnê ya deyndarbûna navxweyî pêşkêşî meclisê kiribû.

Bi sedan karmendên ku li Diyala, Babîl, El-Musenna, Zîqar û Kerbelayê di sektora tenduristî, neft, xizmet û perwerdeyê da dixebitin, mehaneya wan a îlon û cotmehê nehatibû razandin. Ji ber vê yekê karmendan di 8ê mijdarê roja yekşemê greva giştî kiribû.

- HKI heta ku dahata neftê nede wê budçeyê hilnede

Parlamenterên Kurd jî rûniştina li Meclisa Iraqê boykot kir

Li gor qanûna ku hat pesendkirin, ji Rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ra mehane 320 milyar dolarî budçe wê neyê şandin. Ji bo ku HKI budçeya xwe ya mehane hilde, divê dahata neft, sînor û gumrikê teslîmî Bexdayê bike.

Ji dahatên nefta ku HKI îxrac dike, mîqdara ku divê teslîmî Bexdayê bike, wê ji aliyê Şirketa Bazarkirinê ya Neftê ya Iraqê (SOMO) were kifşkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE