Meclisa Iraqê êrîşa PKKya rêxistina terorê ya li dijî Pêşmerge weke êrîşa dijî serweriya welêt pênase kir.
Di daxuyaniya Meclîsa Iraqê de tekezî li wê yekê hat kirin ku êrîşa PKKya rêxistina terorê ya ku li Duhokê dijî Pêşmerge li dar xist, tê wateya êrîşa dijî serweriya welêt ewlekariya wê ye.
Di daxuyaniya ku Meclîsê bangawazî li hikûmetê kir de û wiha hat gotin, "Pêdivê hikûmeta Iraqê li wan deveran (Duhokê) asayişê biparêze. Pêdivê hikûmet nehêle hêzên dereqanûnî (PKK) rewşa ewlekariyê têk bidin."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Pêdivê Hikûmeta Iraqê herwiha bi hemî saziyên xwe ji bo hêzdarkirina asayiş û saziya eskerî û paşkişkirina bi van êrîşên ku li dijî axa welêt dubare dibin û dibin sedema binpêkirina serweriyê erkê bistîne."
Endamên rêxistina terorê duhê li Çemankêya bajaroka Amêdia Navçeya Duhokê êrîşê Hêza Pêşmerge kiribû. Di êrîşê de pêşmergeyek şehîd ketibû û 3 pêşmerge birîndar bûbûn.AA