Meclisa Iraqê îstifaya Ebdulmehdî qebûl kir

Meclisa Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî qebûl kir

Meclisa Iraqê îstifaya Ebdulmehdî qebûl kir

Meclisa Iraqê îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî qebûl kir.

Li gor daxuyaniya ji Meclisê hat dayîn, di dengdayîna ku bi parlamenterên mewcûd va hat kirin da îstifaya Serokwezîr hat qebûlkirin.

Meclisa Iraqê ji 329 parlamenteran pêk tê û 241 parlamenter beşdarî dengdayînê bûn.

Serokê Meclisê Mihemed el-Helbûsî jî daxuyanî da û got ku ew ji bo tayînkirina serokwezîrê nû li gor benda 75emîn a qanûna bingehîn ji Serokomar Berhem Salih ra nivîsê bişînin.

Li gor benda 76emîn a qanûna bingehîn, serokomar ji bo hilbijartina serokwezîrekî nû 15 rojan demê dide meclisê. Heke serokwezîr were hilbijartin û serokomar wî pesend bike, ji bo avakirina hikûmeta nû wezîfedar dike. Paşê meclis seba qabîneya nû deng dide.

Piştî ku Amerîkayê Iraq îşxal kir û şûnda, Adil Ebdulmehdî wek serokwezîrê 5emîn ê welêt di cotmeha 2018an da dest wezîfeyê kir û ji ber xwepêşandinên ku 2 meh in li welêt dewam dikin jî di 29ê mijdarê da mecbûr mabû û îstifaya xwe dabû.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Kanûn 2019, 10:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE