Meclisa Nûneran a Amerîkayê bertek nîşanî biryara Trump da

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnumaya biryara Qesra Spî ya ji ber Herekata Kaniya Aştiyê eskerên Amerîkî ji herêmê da vekişandin rexne dike, pesend kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê bertek nîşanî biryara Trump da

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnumaya biryara Qesra Spî ya ji ber Herekata Kaniya Aştiyê ya ku li Sûriyeyê Tirkiye dijî YPG/PKKya rêxistina terorê dimeşîne esker ji herêmê da vekişandin rexne dike, pesend kir.

Pêşnuma ji hêla Parlamenterê Demokrat ê Serokê Komîteya Karên Derva ya Meclisa Nûneran Elîot Engel û Parlamenterê Komarparêz Mîchael McCaul va hat pêşkeşkirin.

Li hemberî 60 rayên "na" yên endamên Partiya Komarparêz pêşnuma bi 354 rayên "erê" va hat qebûlkirin.

Di pêşnumayê da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji ber Herekata Kaniya Aştiyê ji Sûriyeyê esker da vekişandin hat rexnekirin û ji Tirkiyeyê ra hat gotin ku operasyona dijî YPG/PKKyê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bide sekinandin.

Piştî raydayîn qediya Elîot Engel der barê pêşnumayê da daxuyanî da û got ev pêşnûma ji hêla du partiyan va nîşan dide ku polîtîkaya Trump a li Sûriyeyê nayê qebûlkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 17 Cotmeh 2019, 12:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE