Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya ji bo piştgiriya Ukraynayê pesend kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya ji bo piştgiriya Ukraynayê pesend kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşnûmaya ku ji ber şerê Rûsya-Ukraynayê Rûsyayê şermezar dike û piştgiriyê dide Ukraynayê, pesend kir.

Di Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran da 426 kesan seba pêşnûmayê dengê "erê" da, 3 wekîlên Komarparêz jî dengê "na"yê da. Hat ragihandin Nûnerê Arîzonayê Paul Gosar, Nûnerê Kentuckyê Thomas Massie û Nûnerê Montanayê Matt Rosendale dengê "na"yê dan.

Di pêşnûmayê da êrîşa ku Rûsya dibe ser Ukraynayê hat şermezarkirin, ji bo serwerî û yekparetiya axa Ukraynayê piştgiriya Amerîkayê jî hat dubarekirin.

Her wiha di pêşnûmayê da bang li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn jî hat kirin ku demildest "agirbestê" ragihîne.

Tu mueyîdeya pêşnûmayê tuneye û tenê erka wê ya "pêşniyaz"ê heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE