Meclisa Nûneran a Amerîkayê xalên ezlê yên der barê Trump da erê kir

Di dengdayîna li Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran ya Amerîkayê da bendên ezilkirinê yên "xerabemilandina wezîfeyê" û "astengkirina xebatên Kongreyê" yên der barê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê da hatin qebûlkirin

Meclisa Nûneran a Amerîkayê xalên ezlê yên der barê Trump da erê kir

Di Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê da du madeyên ezlê yên wek "Xirapbikaranîna wezîfeyê" û "Rêgiriya li kargeriya Kongresê" ya der heqê Serokê Amerîkayê Donald Trump da bûn piştî gotûbêjkirinê hatin erêkirin.

Xala "Xirapbikaranîna wezîfeyê" di Meclisa Nûneran da li hemberî 197 rayên "na" va bi 230 rayên "erê" va hat pesendkirin û xala "Rêgiriya li kargeriya Kongresê" jî li hemberî 198 rayên "na" va bi erêkirina 229 parlementerî va hat qebûlkirin.

Dosyeya doza ku xalên ezilkirina Trump di nav xwe da dihewîne ji bo biryara dawîn a wê ji Senatoyê ra bê şandin.

Di Lijneya Giştî ya Meclisa Nûneran a Amerîkayê da ji dîroka Amerîkayê da heya niha der barê Andrew Johnson û Bill Clintonê serokên berê yên Amerîkayê bûn da xalên ezilkirinê hatibûn pesendkirin û Trump di vê qadê da bû serokê sêyemîn.

Tê payîn ku Senato rûniştina ewil a dozê serê meha bê bike û heya dawiya wê mehê jî encamekê eşkere bike.

Ji bo ezilkirina Trump divê ji 3ya 2yê (67) senatoran piştgiriyê bê hildan lê di senatoyê da ji nîvî zêdetirê parlementeran Komarparêz in.

- Ji Trump berteka ewil

Ji hêla din va di dema pesendkirina xalên ezlê da Trump jî li Michiganê mîtîng birêva dibir û di axaftina li wê derê da got: "Ew mirovê ewil ê ku xalên ezilkirinê yên der heqê wî de tu sûcek tuneye û hatine pesendkirin ez im."

Serok Trump ji bo pêvajoya darizandinê ya li Senatoyê jî got ku ew natirse.

- Lêpirsîna ezilkirina Trump

Peywendiya têlefonê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy ya di tîrmehê da bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê da li dijî Trump lêpirsîna ezilkirinê vekin.

Hatibû îdiakirin ku Trump di peywendiya bi têlefonê ya bi Zelenskiy da ji vî welatî xwest ku der heqê kurê Joe Bidenê namzedê namzediya serokatiyê ji Partiya Demokrat da lêpirsînê veke. Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiy bi temamî li gor usûl û qaîdeyan bû û wiha gotibû, "Ne girîng e ku min bi Zelenskiy ra çi xeberda. Divê hinek li ser Bîden lêkolînê bikin."

Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trump ji serokê Ukraynayê ra gotiye ku heger hûn li ser Bîden û malbata wî lêpirsînê vekin, ew ê alîkariyê bide wan û li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dabûn destpêkirin. Trump jî gotibû ku beriya axaftina têlefonê, alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê hatibû sekinandin.

Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve nekiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana têlefonê bi hev ra tuneye.

Seroka Meclisa Nûneran Nancy Pelosî jî got ku wan di 24ê Îlonê da bi hinceta "Zirar da ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê" û "Li sonda xwe ya serokatiyê îxanet kir" va pêvajoya lêpirsîna ezilkirinê dan destpêkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE