Meclisa Nûneran a DYAyê pêşnûmaya qanûnê ya ji bo Tirkên Uygur pesend kir

Pêşnûmaya ku di 15ê Gulanê da li Senatoyê hatibû axaftin û ray ji bo wê hatibû dayîn îro li Meclisa Nûneran hat qebûlkirin.

Meclisa Nûneran a DYAyê pêşnûmaya qanûnê ya ji bo Tirkên Uygur pesend kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê ji ber polîtîkayên Çînê yên li hemberî Tirkên Uygur ên li Herêma Xweser a Sîncanê dimeşîne, pêşnûmaya qanûnê ya ku mueyîdeyan dihewîne pesend kir.

Pêşnûmaya ku di 15ê Gulanê da li Senatoyê hatibû axaftin û ray ji bo wê hatibû dayîn îro li Meclisa Nûneran hat qebûlkirin.

Di pêşnûmayê da bang li rêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump tê kirin ku ew li hemberî hin rayedarên Çînî ji ber zext û tundiya li ser Tirkên Uygur û Misilmanan berpirsyar in mueyîdeyan bike rewacê. 

Ji bilî vê tê xwestin ku Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo mafên mirovan ên li herêmê tên binpêkirin raporekê amade bike.

Cureyeke vê pêşnûmayê di Mijdara 2019an da li Senatoya Amerîkayê hatibû qebûlkirin. Meclisa Nûneran li ser wê hin guherîn kiribûn û di Çileya Pêşîn a 2019an da dîsa şandibûn Senatoyê.

Ev pêşnûma çû ber destê Trump. Heke Trump wê îmze bike, ewê fermî bibe.

Trump duh daxuyandibû "Beriya dawiya vê hefteyê hûnê der barê Çînê da gaveke xurt bibihîzin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE