Meclisa Îranê pêşnûmaya xebatên nukleerê bi leztir dike ji hemû aliyan va qebûl kir. Heke pêşnûma tevahî bê qebûlkirin Saziya Vejena Atomê ya Îranê wê dest pê bike herî kêm ji sedî 20 uranyumê dewlemend bike û stokên uranyumê zêde bike.
Li gor nûçeya televiyona dewletê ya Îranê pêşnûmaya bi navê "Plana Çalakiya Stratejîk a ji bo Parastina Berjewendiyên Neteweya Îranê" bi 251 dengan va hat qebûlkirin.
Piştî ku pêşnûma hat qebûlkirin parlamenteran dirûşmeyên wek "Bila Amerîka qehir be", "Bila Îsraîl qehir be", "Şehidbûn îftixara me ye" û "xwîna di damarên me da diyariya serokê me (Ayetullah Elî Xameney) ye" berz kirin.
Heke pêşnûma tevahî bê qebûlkirin Saziya Vejena Atomê ya Îranê wê dest pê bike herî kêm ji sedî 20 uranyumê dewlemend bike û stokên uranyumê zêde bike.
AA