Mehkemeya Almanyayê îtiraza ji bo helbesta heqaretê li Serok Erdogan dike qebûl nekir

Mehkemeya Almanyayê îtiraza ji bo helbesta heqaretê li Serok Erdogan dike qebûl nekir

Mehkemeya Qanûna Bîngehîn ya Almanyayê îtiraza der barê helbesta komedyen Jan Bohmermann ya ku heqaretê li Serok Recep Tayyîp Erdogan dike, qebûl nekir.

Di daxuyaniya mehkemeyê da hat gotin îtiraza Bohmermann wê neyê qebûlkirin û wiha hat gotin: "Gilî wê neyê qebûlkirin, lewra tu şansê wî tune."

Hat gotin biryar teqez e û rêya îtirazê jî hatiye girtin.

Mehkemeya Qanûna Bingehîn berê jî temyîza ji bo biryara Mehkemeya Eyaleta Hamburgê ya ku xwendina hin perçeyên helbesta Jan Bohmermann qedexe dike qebûl nekiribû.

Bohmermann di 2019an da serî li Darazê dabû, lê ji ber ku tu encam bi dest nexistibû serî li Mehkemeya Qanûna Bingehîn kiribû.

- Rabirdûya dozê

Bohmermann di 31ê Adara 2016an da di televizyona ZDFyê da beşdarî bernameya "ZDF Neo Royal"ê bûbû, helbesteke heqaretê li Serok Erdogan dike xwendibû. Tirkiyeyê li ser vê hişyarî dabû Almanyayê ku ew bê darizandin.

Li ser vê Mehkemeya Eyaleta Hamburgê di 10ê Sibata 2017an da xwendina hin perçeyên helbesta Jan Bohmermann qedexe kiribû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE