Mehmûd Ebas dê li UNSCê dijî plana qaşo aşitiyê ya DYAyê derkeve

Serokê Filistinê Mehmûd Ebas dê di nava 2 hefteyan de li UNSCê bi reşnûsekê dijî plana qaşo aşitiyê ya DYAyê derkeve.

Mehmûd Ebas dê li UNSCê dijî plana qaşo aşitiyê ya DYAyê derkeve

Serokê Filistinê Mehmûd Ebasdê di nava 2 hefteyan de li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNSC) bi reşnûsekê dijî plana qaşo aşitiyê ya DYAyê derkeve. 

Nûnerê Daimî yê Filistinê yê li NYê Riyad Mensûr li Navenda Giştî ya NYê di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de got, "Serok Ebas dê di nava 2 hefteyan de were UNSCê û dê berteka gelê Filistinê û serokatiya ya dijî êrîşa rêveberiya Trump a li hember gelê Filistinê, bi reşnûsekê pêşkêşî civaka navneteweyî bike."

Serokê DYAyê Donald Trump digel Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû di civîna çapemeniyê ya hevpar a li Qesra Spî da bi yek aliyî plana qaşo aştiyê ya Rojhilata Navîn ji raya giştî ra eşkere kiribûn.

Di plana qaşo aştiyê da Trump dibêje ku Quds bila wek paytexta "perçenebûyî" İsrailê bê qebûlkirin û îdia kiribû ku plan ji bo dewleta Filistinê û Filistiniyan şansê herî dawîn e.

Netanyahu jî planê ji bo Îsraîlê gelek bi kêr û destketiyeke mezin hesibandibû.

Serokê Filistinê Mehmûd Ebas jî plana qaşşo aşitiyê red kir û destnîşan kiribû ku Kudüs malê firotinê nîne û gotibû, "Dewleta Filistinê bê Kudüs nayê qebûlkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Çile 2020, 10:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE