Welatiyekî ku bi eslê xwe ji Misrê ye û li Kuweytê meletiyê dike ji ber mueyîdeyên Amerîkayê yên dijî Tirkiyeyê xwest ku zêrên jina xwe bibexşîne Tirkiyeyê.
Seyîd Mihemed Mistefayê bi eslê xwe ji Misrê ye û li Kuweytê meletiyê dike çû Balyozxaneya Kuweytê ya Tirkiyeyê û xwest ku zêrên jina xwe ji bo Tirkiyeyê hîbe bike
Ji mele hat pirsîn "Gelo tu çima tiştekî wiha dikî?" û li ser vê pirsê wî jî got: "Ez ji xwîşk û birayên xwe yên Tirk hez dikim, hûn hêviya gelê Misilmana ne."
Mele Mistefa ragihand ku ew ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan gelek hez dike û her tim jê ra dia dike û ji welatiyên Tirkiyeyê xwest ku bila bi qedr û qiymeta Serokomar Erdogan bizanibin.
Mişawirê Bazirganiyê yê Balyozxaneya Tirkiyeyê Atîlla Ugur Başbug jî ji bo tevgera Mistefa spas kir û got ku ew nikarin tiştekî wisa qebûl bikin.
Li ser vê Mistefa jî destnîşan kir ku wek piştevanî ew ê jî malên bi marqeyên Tirkiyeyê ne wê bikire û piştevaniya xwe bi vî awayî nîşan bide.
AA