Merasima 100emîn salvegera dawîbûna Şerê Dinyayê yê Yekemîn

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di nav da ji 70ê zêdetir serokdewlet û serokên hikûmetan li Parîsê beşdarî merasima 100emîn salvegera dawîbûna Şerê Dinyayê ya Yekemîn bûn

Merasima 100emîn salvegera dawîbûna Şerê Dinyayê yê Yekemîn

Li Parîsa paytextê Fransayê ji ber 100emîn salvegera dawîbûna Şerê Dinyayê yê Yekemîn bi serokatiya Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron merasimeke bibîranînê hat lidarxistin.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî di nav da ji 70ê zêdetir serokdewlet û serokên hikûmetan beşdarî merasima 100emîn salvegera dawîbûna Şerê Dinyayê yê Yekemîn bûn.

Di 11ê Mijdara 1918an da di navbera dewletên îtilaf û Almanyayê da peymana agirbestê hat îmzekirin û Şerê Dinyayê yê Yekemîn bi fermî qediya.

Ji ber 100emîn salvegera dawîbûna Şerê Dinyayê ya Yekemîn li Kolana Şanzelîzeyê li ber Peykerê Eskerê Meçhul û Taka Serkeftinê merasimek hat lidarxistin.

Serok Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel jî di nav da ji 70ê zêdetir serokdewlet û serokhikûmet beşdarî vê merasimê bûn. 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li Qesra Elîzeyê serokan pêşwazî kir. Piştî pêşwaziyê serok hatin Kolana Şanzelîzeyê, li ber Peykerê Eskerê Meçhul û Taka Serkeftinê cihên ji bo wan hatiye veqetandin sekinîn.

Macron di merasimê da got 100 sal berê peymana agirbestê hatiye îmzekirin, bi bîr xist ku di şer da li Ewropayê 10 milyon însan mirine û 6 milyon kes jî birîndar bûne.

Macron anî ziman Fransa şervanê hiqûq û azadiyê ye û got fikar tên kirin ku şeytanên berê dîsa derkevin holê.

Piştî axaftina wî berhema hunermendê Frensî Joseph Maurîce Ravel ê di 1937an da miriye "Le Bolero" hat gotin.

Macron ji bo xwarina nîvro ya ku ji serokan ra tê amadekirin çû Qesra Elîzeyê.

Koma jinên feminîst Femenê rê li ber wesayîta Serokê Amerîkayê Donald Trump girtin.

Ji ber merasima bibîranînê û Civîna Aştiyê ya Parîsê tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

Li Parîsê hin rê hatin girtin, hin seferên metroyê jî hatin betalkirin.

Serokên beşdarî merasimê bûn wê niha beşdarî Civîna Aştiyê ya Parîsê bibin.

Hat ragihandin Serokê Amerîkayê Donald Trump wê beşdarî civînê nebe.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 18:11
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE