Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo ku di çarçoveya amadekariyên merasima sondxwarinê ya serokê hilbijartî Joe Biden a di 20ê rêbendanê da fonên federal bên bikaranîn, "rewşa bilez" ragihand.
Di daxuyaniya Qesra Spî da hat destnîşankirin, Trump "rewşa bilez" ragihand da ku hemû amadekariyên merasima sondxwarinê ya Biden a di 20ê rêbendanê da bên kirin.
Hat diyarkirin, Trump di çarçoveya rewşa bilez da Ajansa Birêvabirina Rewşa Bilez a Federal (FEMA) a girêdayî Wezareta Karên Navxweyî peywirdar kir ku hemû pêwîstî bên cîbicîkirin.AA