Merkel wê ji bo serokwezîriyê cardin nebe namzed

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel:"Li Hamburgê di meha berfanbarê da li Lijneya Giştî ya CDUyê seba wezîfeya serokatiya giştî ez ê nebim namzed."

Merkel wê ji bo serokwezîriyê cardin nebe namzed

Serokwezîra Almanyayê û Seroka Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat a Xristiyan (CDU) Angela Merkelê daxuyand ku ew ê di meha berfanbarê da li Lijneya Giştî ya CDUyê ji bo wezîfeya serokatiya giştî û di 2021ê da ji bo wezîfeya serokwezîriyê nebe namzed.

Merkelê li Navenda Giştî ya CDUyê daxuyanî da û diyar kir, encamên hilbijartina meclisa eyaleta Hessenê him ji bo teşkîlata partiyê ya Hessenê him jî ji bo CDUya ku di asta federal da ye, xeyalê merivan şikênand.

Merkelê diyar kir, ew wek Serokwezîr û Seroka Giştî ya CDUyê berpirsiyarê geşedanan e.

Merkel wiha axivî: "Li Hamburgê di meha berfanbarê da li Lijneya Giştî ya CDUyê seba wezîfeya serokatiya giştî ez ê nebim namzed. Di hilbijartina giştî ya 2021ê da jî ez ê nebim namzedê serokwezîriyê yê partiyên Yekîtiya Xristiyan (CDU/CSU). Ez ê ji bo Meclisa Federal jî nebim namzedê parlamenteriyê."

Merkelê destnîşan kir ku ev heyama dawîn a serokwezîriya wê ye û got ku ew ê piştî 2021ê şûnda wezîfeyeke siyasî hilnede.

AA

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2018, 19:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE