Îro bi nimêja sibehê ra deriyên wê vebûn û Misilman bi dia û tekbîran va ketin Mescida Eqsayê.
Daîreya Îslamî ya li Qudsê di minareyên Mescida Eqsayê da bangewazî kir ku Eqsa wê ji nimêja sibê pê va ji îbadetê ra were vekirin.
Daîreya Weqfên Îslamî ji bo Kovîd-19ê biryar dabû ku Mescida Eqsayê ji 23yê adarê pê va were girtin.
Ji wê rojê pê va destûr nehat dayîn ku cimaet têkevê.
Polêsê Îsraîlê yên derdora Eqsayê destûr neda ku nûçegihanên AAyê têkevin Eqsayê û dîmenan bikşînin.
AA