Mesrefa biryarên Macron dan 8-10 milyar ewro ye

Mesrefa biryarên Serokomar Emmaunel Macron ên ji bo êlegzeran dan 8-10 milyar ewro ye...

Mesrefa biryarên Macron dan 8-10 milyar ewro ye

 Olîvîer Dussoptê Wezîrê Dewleta Fransayê yê ji Kar û Barên Darayî Berpirsyar e daxuyand biryarên Serokomar Emmaunel Macron dan ji bo dewletê mesrefeke di navbera 8-10 milyar ewroyan da ye.

Dussopt daxuyanî da têlevîzyona BFMTVyê û got biryarên Macron ji bo êlegzeran dan ji bo dewletê mesrefeke di navbera 8-10 milyar ewroyan da ye û ew ji bo ku vî pereyî bibînin dixebitin.

Macron îro û roja çarşemê wê bi nûnerên şirketên mezin û bankayan ra hevdîtinan bike.

Serokomar Macron der barê xwepêşanên êlegzeran da daxuyanî dabû û gotibû ji bo şirketan bêyî ku baca zêde bê stendin ji sala 2019an pê va li ser mehaneya kêmtirîn 100 ewro zam wê bê kirin.

Macron got kargehên ku dikarin prîmê bidin xebatkarên xwe bila di dawiya salê da prîmê bidin.

Ji bilî van Macron anî ziman ewê êdî ji mehaneya kesên teqawîdbûyî yên mehaneya wan ji 2 hezar ewroyan kêmtir e pereyan nebirin.

Sedema xwepêşanan

Li Fransayê di 17ê Mijdarê da ji ber zemên sotemeniyê û şertên nebaş ên aboriyê xwepêşan hatibûn destpêkirin. 

Paşê ev xwepêşan li hemberî rêvebiriya Macron mezin bûbûn.

Ev xwepêşanên wek "êlegzer" tên binavkirin li Fransayê xwepêşanên herî mezin ên salên dawîn hatibûn nirxandin.

Êlegzer ji Macron dixwazin bila rewşa wan a aboriyê baş be, zema sotemeniyê bê betalkirin.

Herçiqas Macron daxuyand ku di sala 2019an da zema sotemeniyê hat betalkirin jî, êlegzeran gotibûn ev têrê nake û ewê xwepêşanên xwe bidomînin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 09:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE