Mesrûr Barzanî ji bo hikûmeta nû ava bike wekî namzed hat nîşandan

Parlementoya Herêma Kurdistanê ji bo hikûmetê Mesrûr Barzanî namzed nîşan da

Mesrûr Barzanî ji bo hikûmeta nû ava bike wekî namzed hat nîşandan

Parlementoya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku hikûmeta nû ava bike Mesrûr Barzanî wek namzed nîşan da.

Li Parlementoya HKIyê ya ku 111 parlementerên wê hene bi beşdariya 97 parlementeran rûniştina asayî hat kirin û di rûniştinê da dengdayîn hat kirin. Di rûniştinê da Mesrûr Barzaniyê namzedê serokwezîriyê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya di serokatiya Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistanê yê berê da 87 deng sitand û ji bo ku hikûmeta nû ava bike namzed hat nîşandan.

Di rûniştina li parlementoyê da digel PDKyê Yekîtiya Niştimanî (YNK), Tevgera Goran, parlementerên Tirkmen û xiristiyan jî di lehê Mesrûr Barzanî da deng dan, Tevgera Nifşa Nû û Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtu) jî deng nedan.

Li gor qanûnên HKIyê piştî vê biryara Parlementoyê Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî divê ji bo avakirina hikûmetê Mesrûr Barzanî peywirdar bike.

Mesrûr Barzanî niha Misteşariya Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê dike û tê payîn ku di nav mehekî da hikûmetê ava bike.

Li HKIyê di hilbijartina giştî ya ku di 30yê îlona 2018an hat kirin da PDKya bin serokatiya Mesûd Barzanî da 45, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 21, Tevgera Goran 12, Tevgera Nifşa Nû 8, Partiya Civaka Îslamî 7, Îtifaqa Ber bi Îslahê va ya ku Yekgirtu û Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê (Bizutnawa) ava kir 5, Azadî û Lîsteyên Modern jî parlementerek derxistibûn. Tirkmenên ku girêdayî kotayê ne 5, xiristiyanan jî 6 parlementer derxistibûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Hezîran 2019, 19:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE