Mesut Ozîl rastî êrîşa bikêr hat

Fitbolîstê Alman Mesut Ozilê ku bi eslê xwe Tirk e û niha di Arsenala tîma Îngiltereyê da dileyîze li bajarê Londrayê rastî êrîşa bikêr hat. Rewşa Ozîl û hevalê wî baş e û tu birîndarî çênebû

Mesut Ozîl rastî êrîşa bikêr hat

Fitbolîstê Alman Mesut Ozilê ku bi eslê xwe Tirk e û niha di Arsenala tîma Îngiltereyê da dileyîze li bajarê Londrayê rastî êrîşa bikêr hat.

Li gor nûçeyên ku di çapemeniya Îngilîzan da derketin, bûyer li Golders Greena bakurê Îngîltereyê qewimî.

Der barê êrîşê da vîdeoyeke 8 saniye hat weşandin.

Di vîdeoyê da 2 kesên bi motosîklet yên bikêr êrîşî wesayîta Ozîl dikin.

Di vîdeoyê da Mesut Ozîl deriyên wesayîta xwe digire û dixwazê dûr bikev. Sead Kolasînacê hevalê Ozîl ji wesayîtê tê xwarê û dijî êrîşkarên bikêr derdikeve.

Ozil piştî demeke din wesayîta xwe diterikîne û diçe restoraneke xwediyê wê Tirk e û alîkariyê dixwaze. Êrîşkarên bikêr jî direvin.

Li gor texmînê armanca êrîşkaran dizî bû. Li gor agahiyan rewşa Ozîl û hevalê wî baş e û tu birîndarî çênebû.

Polêsan der barê bûyerê da lêpirsîn da destpêkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 26 Tîrmeh 2019, 10:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE