Li Zanîngeha Efrînê wefata Mewlana hat bibîranîn. Li ser wefata alimê mezin çalakiyek hat lidarxistin. Gelek helbest hatin xwendin û şano hatin lîstin.
Li Efrînê Hefteya Mewlana nehat jibîrkirin.Helbestvan û alimê mezin di salvegera wefata xwe de hat bibîranîn.
Ji bo bîranîna alim çalakiyên cuda hatin lidarxistin.
Xwendekarên zanîngeha Efrînê di salvegera wefata Mewlana de helbest xwendin û şano lîstin.Hin xwendekaran jî kilam gotin.
Piştî çalakiyê ji xwendekaran re îkram jî hatin kirin.