Mexdûrên herî mezin ên kaosa texliyeya li Kabulê zarok in

Mexdûrên herî mezin ên rewşa nexweş a li balafirgehê zarok in ku germahî, tîbûn û kaos însanan tenvgav dike.

Mexdûrên herî mezin ên kaosa texliyeya li Kabulê zarok in

 Li Efxanistanê piştî ku Talibanê dest danî ser rêveberiyê, bi hezaran kesî berê xwe da Balafirgeha Navneteweyî ya Hemîd Karzaî ku texliyeya ji welêt bi tenê ji vir tên kirin. Bi hezaran însan ji bo ku ji welêt biçin neçar li dewrûbera balafirgehê disekinin.

Mexdûrên herî mezin ên rewşa nexweş a li balafirgehê zarok in ku germahî, tîbûn û kaos însanan tenvgav dike.

Carinan aloziya li balafirgehê qet di xema hin zarokan da nîne û ji xwe ra dileyîzin, hinek zarok jî ji ber tengavbûnê naxwazin ji malbatên xwe dûr kevin. Her wisa ji ber izdihama li balafirgehê hin zarok hindik dimîne bên pêpeskirin.

Fermandariya Hêza Peywirê ya Tirk a Efxanistanê jî alîkariyê dide wan kesan ku li rêbendên balafirgehê li benda texliyekirinê ne. Eskerên Tirk her wisa gava dewriye digerînin av û xwarinê didin zarokan.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE