Meymûna wehşî ya ku li balafirgeha Tokyoyê hat dîtin, di 5 saetan da hat girtin

Meymûna wehşî ya ku li balafirgeha Tokyoyê hat dîtin, di 5 saetan da hat girtin

Li Tokyoya paytextê Japonyayê li balafirgehekê meymûneke wehşî hat dîtin û di nav 5 saetan da ancax hat girtin.

Li gor nûçeya NHKya ku weşangeriya qamûyê dike, li Tokyoyê di blfirgeha Hanedayê da serê sibehê di hangara balafiran da meymûneke wehşî hat dîtin.

Xebatkarekî balafirgehê meymûn dît û meymûn paşê revî û li nêzî avahiya Rêhewaya Japonyayê (JAL) ket çaviya temîrê ya perçeyên yêdek.

Li ser êxbarê hêzên asayîşê sewqî herêmê kirin û nêzî 5 saet şûnda ekîban meymûn ancax girt.

Hat gotin ku di bûyerê da tiştek bi kesî nehat û zirar negihîşt perçeyên balafirê.

Meymûnê di çaviya temîratê da qablo gez kirin.

Tê lêkolînkirin ku meymûn çawa hatiye û ketiye balafirgeha navenda bajêr.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE