Li Îranê siyasetmedarê reformîst Muhsin Mîhrelîzadeyê ji bo hilbijartina serokomariyê namzed bû daxuyand ew ji hilbijartina ku wê roja înê bê kirin vekişiya.
Li gor ajansa nûçeyan a fermî IRNAyê ya Îranê, Mîhrelîzade nameya ku dide zanîn ew ji hilbijartinê vedikişe pêşkêşî Wezareta Karên Navxweyî kir.
Tê îdiakirin Mîhrelîzade ji bo namzedê din Ebdunasir Hîmmetê nêzîkî reformîstan e ji hilbijartinê vekişiya.
Ji bilî Hîmmetê Serokê Bankaya Navendî ya Îranê yê berê, Îbrahîm Reîsiyê Serokê Erka Darazê, Muhsin Rizaiyê Sekreterê Giştî yê Konseya Teşxîsa Meslehata Pergalê û Fermandarê Giştî yê Artêşa Parêzvanên Şoreşê yê berê, Seîd Celîliyê Sermizakerevanê Nukleerê û Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî yê berê, parlementer Emir Huseyîn Qadîzade û parlementer Elî Riza Zakanî jî namzed in.
AA