Midaxeleya dijî protestoyên li Iraqê: 3 kuştî

Rayedarê tenduristiyê yê li Besrayê daxuyanî da û diyar kir ku kuştî û birîndar bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine lêxistin.

Midaxeleya dijî protestoyên li Iraqê: 3 kuştî

Li Besraya wîlayeta Iraqê di dema midaxeleya çalakiyan da 3 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Rayedarê tenduristiyê yê li Besrayê daxuyanî da û diyar kir ku kuştî û birîndar bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine lêxistin.

Şahidên bûyerê dibêjin ku hêzên ewlekariyê di dema midaxeleya protestoyên li pêşiya avahiya wîlayetê da quweteke zêde bi kar anîn û fîşengên rastî avêtin.

Bûyerên li Iraqê

Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê çalakî hatibûn lidarxistin. Çalakvanan di 1ê cotmehê da dest bi çalakiyan kiribûn û ji bo merasimên Erbêînê navber dabûn çalakiyên xwe û di 25ê cotmehê da dîsa dest bi çalakiyan kiribûn.

Misyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî diyar kiribû ku ji 1ê cotmehê vir da di çalakiyan da 254 kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Mijdar 2019, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE