Miftiyê Şamê yê rejima Esed di êrîşa bibombe da hat kuştin

Miftiyê Şamê yê rejima Esed di êrîşa bibombe da hat kuştin

Hat ragihandin ku li Suriyeyê Mihemed Ednan Afyoniyê miftiyê Şamê yê rejima Beşar Esed di encama teqîna wesayîta wî ya ku bombe tê da bi cî kiribûn hat kuştin.

Li gor SANAya ajansa xeberan a rejima Esed, li Qadsiyaya bajaroka li nêzî Şamê bombeya di wesayîta Afyonî da hatibû bicîkirin teqiya û Afyonî mir.

Di xeberê da der barê kujer da tu agahî nehatin parvekirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE