Mihemed Mursiyê Serokomarê Misrê yê ku cara ewil bi rêbazên demokratîk hatibû hilbijartin di hêwana mehkemeyê da wefat kir.
Li gor nûçeya televîzyona dewleta Misrê Mursî piştî ku di hêwana mehkemeyê da ji xwe va çû wefat kir.
Di rûniştina navborî da serokomarê hilbijartî yê ewil ê Misrê dê bi "sîxuriyê" bihata sûcdarkirin