Miliband: mirina zarokên di binê 5 saliyê da du qat zêde bû

Serokê Komîteya Xilaskirinê ya Navneteweyî David Miliband di civîna çapemeniyê ku li Navenda Giştî ya NYyê li dar xist da bal kişand ser rewşa mirovî ya li kampa El Holê.

Miliband: mirina zarokên di binê 5 saliyê da du qat zêde bû

Serokê Komîteya Xilaskirinê ya Navneteweyî David Miliband diyar kir ku li rojhilatê bakurê Sûriyeyê li Kampa El Holê ya li parêzgeha Hesekeyê ku di destê YPG/PKKyê da ye û milîtanên DEAŞê û malbatên wan lê girtî ne, ji meha adarê vir va ji ber zature û kêmasiya xidayê mirina zarokên di binê 5 saliyê da du qat zêde bû.

Miliband di civîna çapemeniyê ku li Navenda Giştî ya NYyê li dar xist da bal kişand ser rewşa mirovî ya li kampa El Holê.

Miliband diyar kir ku piraniya zêdetirî 70 hezar kesên li kampê jin û zarok in û berdêla tawanên ku malbatan kirine, bi awayekî herî giran zarok didin.

Miliband wiha axivî, "Li Kampa El Holê ji meha adarê vir va ji ber zature û kêmasiya xidayê mirina zarokên di binê 5 saliyê da du qat zêde bû. Par ji meha berfanbarê îsal heya meha îlonê di binê 5 saliyê da 319 zarok mirin."

NY û saziyên civaka sivîl pirî caran di wê mijarê da hişyariyê didin ku li kampa El Holê rewşa mirovî roj bi roj xirabtir dibe. 

Li gorî NYyê li Kampa El Holê ku kapasîteya wê 10 hezar e, 73 hezar însan dimîne ku ji sedî 92yê van jî jin û zarok in û herwiha ji sedî 15ê wan jî hemwelatiyên welatên dereke ne. Qedera ji 50 welatan çend hezar terorîstên biyanî di vê kampê da girtî ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE