Milîsên girêdayî Hefter agirbest binpê kir

Milîsên girêdayî Xelîfe Hafter piştî Konferansa Berlinê li herêma Selahaddînê ku dikeve başûrê paytextê, bi êrîşa hewanê va agirbest binpê kir.

Milîsên girêdayî Hefter agirbest binpê kir

Milîsên girêdayî Xelîfe Hafter piştî Konferansa Berlinê li herêma Selahaddînê ku dikeve başûrê paytextê, bi êrîşa hewanê va agirbest binpê kir.

Ji bo ku li Libyayê agirbesta mayînde û pêvajoya siyasî dest pê bike, li Berlinê konferanseke navneteweyî hat lidarxistin û piştî konferansê li paytext Trablusê dengê teqînan hat bihîstin.

Ebdulmelîk el-Medeniyê berdevkê Operasyona Volkana Hêrsê ku hêzên girêdayî Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî dikin, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêma Selahaddînê ya ku dikeve başûrê paytextê "Milîsên girêdayî Xelîfe Hefter rastgele hewan agir kirin û agirbest binpê kirin."

Aliyên li Libyayê û civaka navneteweyî li Berlina paytextê Almanyayê civiyabûn û roja yekşemê di nava rojê da milîsên Xelîfe Hefter bi heman awayî li herêma Hallatatê jî bi avêtina hewanan agirbest binpê kiribûn.

Milîsên Hefter di êrîşa hewanê da tankerên neftê kiribûn hedef, agir bi tankeran ketibû û li esmanê paytextê di binê dû da mabû.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE