Milîsên Hefer êrîşî başûrê Trablusê kirin 2 kes hatin kuştin

Hêzên Hefter ligel îlankirina "agirbestê" di 48 saetan da 6 kuştin, 6 kes birîndar kirin.

Milîsên Hefer êrîşî başûrê Trablusê kirin 2 kes hatin kuştin

Milîsên Xelîfe hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê bi topan êrîşî başûrê Trablusa paytext kirin, di êrîşê da 2 qîzên xama hatin kuştin.

 Mistefa Meciyê Berdevkê Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Xezebe Hêrsê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî ya Neteweyên Yekbûyî nas dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di êrîşa milîsên Hefter a li ser herêma Halet Nurê da xaniyek hilweşiya, ji enqaza xanî cesedê 2 qîzên xama derxistin.

 Wekî mayîn Yarbay Mihemed Kanunuyê berdevkê yekîneyên eskerî yên HMNyê di daxuyaniya li ser facebookê da diyar kir ku milîsên Hefter 48 saetên piştî "îlana agirbesta sexte" çend caran êrîş kirin, di êrîşan da 6 kes hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.

Milîsên Hefter ligel agirbesta însanî êrîşên li ser Trablusê didomînin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE