Milîsên Hefter di 41 rojî da 21 sivîl kuştin

Di encama êrîşên 41 rojî yên milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê da 21 sivîl hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn

Milîsên Hefter di 41 rojî da 21 sivîl kuştin

Di encama êrîşên 41 rojî yên milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê da 21 sivîl hatin kuştin û 31 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya Neteweyên Yekbûyî meşrû dibîne di daxuyaniya îro da diyar kir ku milîsên Xelîfe Hefterê serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê ligel banga Wezîrên Karên Derva yên Tirkiye û Rûsyayê bi dehan caran agirbest binpê kirin.

Di êrîşên navbera 9ê rêbendanê û 20ê sibatê yên milîsên Hefter da gelek roket li wargehên sivîlan ketin û 21 sivîl hatin kuştin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di nav kuştiyan da jin, zarok, kal û pîr jî hene, 31 sivîl jî birîndar bûn.

Aliyên li Libyayê pêşniyaza agirbestê ya Tirkiye û Rûsyayê ya 12ê rêbendanê qebûl kiribûn ligel vê milîsên Hefter agirbestê binpê dikin.

Îro ber destê sibê jî bi roketan êrîşî Balafirgeha Mitîgayê ya Trablusê kirin ji ber vê firîn hatibûn sekinandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE