Milîsên Hefter li Trablusê bi roketan êrîşî ser nexweşxaneyeke sehrayê kirin

Milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilata Lîbyayê, bi roketan êrîşî nexweşxaneyeke sehrayê ya li herêma rêya balafirgehê ku başûrê paytext Trablusê dikeve, kirin.

Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Furqan el-Xezebê ya Hikûmeta Mitebeqata Neteweyî (HMN) ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) hebûna wê nas dike, der barê êrîşê da daxuyaniya nivîskî da. Hat gotin ku milîsên Xelîfe Hafter li herêma rêya balafirgehê 6 roket avêtine nexweşxaneya sehrayê. Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji ber êrîşê zirareke mezin gihîşt nexweşxaneyê û ambulans jî bûn xurde.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku milîsên Hefter bi vê êrîşa xwe jî nîşan dan ku ew êrîşên xwe yên li ser nexweşxane û xebatkarên tenduristiyê didomînin.

Hefter di axaftina xwe ya roja duşemê da got ku tu hikmê "Peymana Suheyratê" ya di bin siya NYê da hatibû îmzekirin, nemaye. Di heman axaftinê da Hafter diyar kir ku ew lîderê welêt e û koma bi navê Artêşa Neteweyî ya Libyayê ya di bin hikmê wî da wê çar aliyê welêt hilde bin kontrola xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE