Milîsên Hefter santrala ceyranê ya Korfeza Sîrteyê talan kir

Li rojhilata Lîbyayê, ji santrala ceyranê ya li Korfeza Sîrteyê gelek cîhaz dizîn û santral talan kirin.

Milîsên Hefter santrala ceyranê ya Korfeza Sîrteyê talan kir

Milîsên Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilata Lîbyayê, ji santrala ceyranê ya li Korfeza Sîrteyê gelek cîhaz dizîn û santral talan kir.

Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Çapemeniyê ya Operasyona Burkan el-Xezebê ku Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî (UMH) dimeşîne, hat dayîn; milîsên terorîst ên Hefter ku lejyonerên biyanî ên peretî piştgiriyê didin wan, li Korfeza Sîrteyê santrala ceyranê talan kir.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku gelek cîhaz û ekîpman hatin dizîn, milîsan ji santralê jeneratora ceyranê, cîhazên bêtêl, tupên xazê û ekranek li wesayîtên neqliyeyê bar kirin û birin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE