Li Libyayê milîsên Hefterê Xelîfe serokê hêzên çekdar ên nemeşrû yên li rojhilaêt welêt şeveq Eyda Remezanê bombe avêtin Balafirgeha Mitîgayê ya li Trablusê.
Di daxuyaniya Yekeya Çapemeniyê ya Operasyona Agirê Hêrsê ya artêşa Libyayê da hat diyarkirin ku milîsên Hefter ber destê sibê bi roketan li Balafirgeha Mitîgayê ya li paytext xistin.
Di daxuyaniyê da hat gotin êrîşa hat kirin nîşan dide ku "milîsên Hefter rêzê nîşanî Eyda Remezanê, kevneşopiyan û agirbesta hat îlankirin nadin."
Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn ku gelo tiştek bi tukesî hat an nehat.
AA