"Min negot ku em ê bi awayekî lez û bez vekişin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew di mijara vekişîna ji Sûriyeyê ya yekîneyên Amerîkayê da biryardar e, lê wî tiştekî wisa negot ku vekişîn wê di demeke kin da çêbibe

"Min negot ku em ê bi awayekî lez û bez vekişin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew di mijara vekişîna ji Sûriyeyê ya yekîneyên Amerîkayê da biryardar e, lê wî tiştekî wisa negot ku vekişîn wê di demeke kin da çêbibe.

Trump li Qesra Spî der heqê vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê da daxuyanî da rojnamegeran.

Trump bi bîr xist ku ew dema bû serok piraniya Sûriye û Iraqê di bin kontrola DEAŞê da bûn, lê di heyama wî da DEAŞ bi temamî ji Iraqê hat safîkirin, li Sûriyeyê jî kêm ma û wiha dewam kir, "Êdî em ji Sûriyeyê vedikişin, lê min tu carî negot ku em ê bi awayekî lez û bez vekişin."

Ji aliyekî din va Trump diyar kir ku êdî divê welatên li herêmê bi DEAŞê ra şer bikin û wiha dewam kir, "Rûsya û Îran ji me zehftir ji DEAŞê nefret dikin. Tirkiye belkî bi qasî me nebe jî ji DEAŞê nefret dike. Ev hemû welat ji DEAŞê nefret dikin. Weke ku me kir, hinek jî ew dikarin li herêma xwe şer bikin."

John Boltonê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokê Amerîkayê Donald Trump YPG/PKKya rêxistina terorê qest kir û diyar kir, vekişîna ji Sûriyeyê ya Amerîkayê girêdayî vê şertê ye ku Tirkiye ewlehiya "Şervanên Kurd" garantî bike û DEAŞ têk biçe.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Çile 2019, 10:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE