Jinika Japon Tanaka Kane ya ku mirova herî pîr a dinyayê ye kete 119 salî.
Li gor Rekorên Dinyayê ya Guînnessê Tanaka di adara 2019an da wek mirova herî pîr a dinyayê hat qebûlkirin ku duh ew bû 119 salî.
Tanaka li eyaleta Fukuokayê di navendeke nexweş lê tên xwedîkirin da dijî û hat gotin bi jest û hereketên rûyê xwe va wê bi xebatkaran ra têkilî daniye.
Hat ragihandin ew çîkolatayê û vexwarinên bixaz hez dike.
Tanaka di malbeteke 9 zarok lê hene da wek zaroka 7emîn di 2yê çileya paşîn a 1903yan da hatiye dinyayê.
Hat ragihandin ew di 19 saliya xwe da zewiciye, mêrê wî û kurê wî di Şerê Sîno û Japonan a duyemîn ya 1937an da çûne şer.
Tanakayê 4 împaratorên Japonyayê "Meiji, Taişo, Şowa, Heisei" yên piştî 1867an heyama wan dest pê kiriye dîtiye û niha jî heyama "Rewîwa"yê ya împarator Naruhîto dît.
Li gor Rekorên Dinyayê ya Guînnessê beriya Tanakayê jinaka Frensî Jeanne Louise Calment mirova herî pîr a dinyayê bû ku di temenê xwe yê 122yan da di sala 1997an da wefat kir.
AA