Misilmanên li Endonezyayê ji ber Kovîd-19ê dê îsal neçin hecê

Razî diyar kir ku ew ji ewlehî û tenduristiya hecacan berpirsiyar in û herwiha di warê tedbîr û xizmetan da dema mayî, têra Erebistana Siûdî nake.

Misilmanên li Endonezyayê ji ber Kovîd-19ê dê îsal neçin hecê

 Li Endonezyaya ku welatê herî mezin ê Misilman ê dinyayê ye, ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) biryar hat wergirtin ku çûyîna hecê îsal were sekinandin.

Wezîrê Karûbarên Dîn Fexrul Razî di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wan biryar da û îbadeta hec a îsal a Misilmanên li welêt, ji ber ku Erebistana Siûdî û Endonezyayê jî di navê da şewba Kovîd-19ê li hemû dinyayê dewam dike, taloqî sala din kir.

Razî diyar kir ku ew ji ewlehî û tenduristiya hecacan berpirsiyar in û herwiha di warê tedbîr û xizmetan da dema mayî, têra Erebistana Siûdî nake.

Razî herwiha bal kişand ku biryara wergirtî, dawetên taybet ên hec jî di navê da hemû welatiyên Endonezyayê li xwe digire û lewma jî ew ê ji bo tu kesî miemeleyeke cuda nekin.

Ji aliyekî din va Serokê Dewletê Joko Widodo eşkere kir ku ew ê li gorî hejmara pêketiyan a li herêm û bajaran, tedbîran bistînin û sînordarkirinên ji bo îbadetxane, dibistan û kargehan gav bi gav rakin.

Li Endonezyayê heta niha 26 hezar û 940 kes bi Kovîd-19ê ketin, 1641 kes mirin, 7 hezar û 637 kes jî baş bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE