Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif ên Sûriyeyê (KŞMS) diyar kir ku YPG/PKKya rêxistina terorê çek dide destê zarokên ku revandiye û sûcê şer dike.
Di daxuyaniya nivîskî ya KŞMSyê da hat destnîşankirin ku YPG/PKKya rêxistina terorê hê jî bi zorî çek dide destê zarokên Sûriyeyî.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Terorîstên PYDyî zarokan direvîne û çek dide destê wan, ev sûcê şer e. Divê piştgiriya ku didin van terorîstên ji DEAŞê xirabtir e ji ber çavan ra bê derbaskirin. Em dixwazin ku rêxistin bê şermezarkirin û darizandin."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku rêxistina terorê dahatûya zarokên ku bi zorê çekdan direvine reş dike û hat destnîşankirin ku ji bo parastina zarokan divê pêngavên hewce bên avêtin.
- Zarokên keç jî direvînin
Rêxistina terorê ya armanc dike ku sefên xwe bi ciwanên bi zorî digire xurt bike di van 2 mehên dawîn da zarokan direvîne. Van du mehên dawîn 2 jê keç 4 zarok bi destê terorîstan hatibû revandin û çek dabûn destê wan.
Meha borî jî YPG-PKK gelek keçên 11-17 salî revandibû û ew ji malbatên wan veqetandibû.
Malbatên ku ji zarokên xwe xeberê hilnadin li bendê ne ku zarokên wan bên berdan.
AA