Mixalifan, hewla hêzên rejima Esed ku xwestin dizîka têkevin Îdlibê şikand

Mixalif û komên çekdar ên dijî rejima Esed li hemberî hewla ketinê rawestiyan û li ser vê yekê pevçûn derket.

Mixalifan, hewla hêzên rejima Esed ku xwestin dizîka têkevin Îdlibê şikand

 Li Sûriyeyê mixalifên eskerî û komên çekdar ên dijî rejima Beşar Esed li Til Hedade ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê Îdlibê hewla hêzên rejimê yên ku xwestin dizîka têkevin Îdlibê şikand.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên mixalifan hat wergirtin, rejima Esed û komên terorîst ên biyanî ku Îran li piştê ye, digel agirbesta di navbera Tirkiye û Rûsyayê da ber êvarê hewl dan ku têkevin herêma Til Hedade ya li rojavayê bakurê Îdlibê.

Mixalif û komên çekdar ên dijî rejima Esed li hemberî hewla ketinê rawestiyan û li ser vê yekê pevçûn derket.

Di encama pevçûnê da rejima Esed û çekdarên hevalbendên wê vekişiyan.

Ji aliyekî din va hêzên rejima Esed bi top û roketan êrîşî gundên Beynîn û Serce yên li başûrê Îdlibê û her wiha gundên San û Marat Eliye yên li rojavayê Îdlibê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE