Li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê navçeya Seraqîbê ya di navbera rêya M4 û M5an da ye piştî pevçûneke giran a di navbera hêzên rejimê û mixalifan da, kete destê mixalifên mutedil.
Mixalifên mutedil duh şev dereng gihîştin taxên derva yên navçeyê, sînorên hêzên rejimê derbas bûn û navçe bi dest xistin.
Navçeya Seraqîbê di navbera rêya M4 û M5an da ye, bajarên girîng bi hevdu ra girê dide ku ji ber vê cihekî stratejîk e.
Rêya M4ê Lazqiyeyê bi Heleb û Hemayê ra girêdide, rêya M5ê jî Helebê bi Şamê ra girê dide.
Ji hêla din va hêzên rejimê û komên terorîst ên Îran û Rûsya piştgirî dide wan li başûrê Îdibê nêzîkî 20 gundan bi dest xistin.
Guh nedan peymanên Astanayê û mitabaqata Soçiyê
Bajarê Îdlibê ku dikeve bakurê rojavayê Sûriyeyê, hema bêje ji destpêka şerê navxweyî heta niha weke keleha mixalifan e. Vê gavê bi koça navxweyî va nifûsê Îdlibê derketiye 4 milyonî. Navenda bajêr di adara 2015an da ketibû destê mixalifan. Îdlib di nav bajarên ku herî zêde dibin hedefa rejimê da ye.
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da bajarê Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li paytextê Şamê Xûteya Rojhilat û herêmên başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" hatibûn îlankirin.
Lêbelê rejim û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji bilî Îdlibê herêmên din tev bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin.
Ji Peymana Şoçiyê vir va di êrîşên rejima Esed û piştgirên wan ên li Îdlibê da ji 1800î zêdetir kes hatin kuştin. Ji Çileya Paşîn a 2019an vir va milyonek û 794 hezar kesan xwe spartin sînorê Tirkiyeyê. AA