Mixalifên Sûriyeyî diçin xetên eniyan ên li Minbiçê

Artêşa Azad yekîneyên eskerî şandin xetên eniyan ên ku bi YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed ra sînorê wan heye

Mixalifên Sûriyeyî diçin xetên eniyan ên li Minbiçê

Artêşa Azad a Sûriyeyê yekîneyên eskerî şandin xetên eniyan ên ku bi Operasyona Mertalê Feratê va ji terorê hatin safîkirin.

Tumena Hemze ya girêdayî Artêşa Azad yekîneyên xwe yên ku perwerdeya wan kuta bûn bi wesayîtên bizirx û wesayîtên erazî yên ku çekên giran li ser in va şandin xetên sînor ên ku bi YPG/PKKya rêxistina terorê û rejima Esed ra sînordar in.

Hat gotin, yekîneyên ku sewqî herêma Minbiçê ya di bin dagirkeriya YPG/PKKyê da ye, kirin, wê di operasyona muhtemel a ku Tirkiye wê li ser Minbiçê bike da wezîfeyên girîng hildin.

Ji fermandarên yekîneyê Serdar Ebû Yezen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Yekîneyên me ber bi xetên kêleka herêmên ku rêxistinên terorê dagir kirine va bi rê ketin."

Ebû Yezen diyar kir, sivîlê ku li Minbiçê dijîn bira ji baregehên YPG/PKKyê dûr bisekinin û wiha dewam kir, "Em ê endamên rêxistinê ji Minbiçê paqij bikin û Minbiçê azad bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 24 Kanûn 2018, 18:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE